Serokerkanê Îranê serdana Tirkiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî, sibe serdana Tirkiyê dike.

Şanda leşkerî ya bilind ya Îranê bi serokatiya Serokerkan Mihemed Baqirî sibe serdana Tirkiyê dike û bi Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar re dicive.

Li gor agahiyan, serdana şandê dê 3 rojan berdewam bike û bi rayedarên leşkerî û siyasî re hevdîtinan bikin.

Hat diyarkirin, mijarên têkoşîna dijîterorê, pêşketinên dawî yên herêmî, pêwendiyên berevanî û hevkariya sînorê mijarên sereke yên hevdîtinan in.