Baroya Diyarbekre: Em dixwazin bibin şahidên roja dîrokî ya Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerên Baroya Diyarbekrê, ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya ku dê di 25'ê Îlona 2017'an de li Kurdistanê pêk were, serî li dam û dezgehên fermî da ku ew jî bi nûnertiya parêzerên Diyarbekirê derbasî Kurdistanê bibin û roja referandûmê wekî hiqûqnasên bakûr ji nêz ve bişopînin.
Endam û Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emîn Aktar, ji aliyê hiqûqî ve biryara referandûmê nirxand û diyar kir ku bi derketina dengê 'Erê' dê dewletên cîhanê neçar bimînin ku li hember biryara Gelê Kurd rêzdar bin.
Mehmet Emîn AKTAR-Hiqûqnas, destnîşan kir:
"Ji aliyê hiqûqî ve jî divê saziyên Kurdî û hiqûqnasên Kurdistanî hem di warê warê qada navneteweyî de hem di warê zanebûna xwe de şêwira xwe bikin yek û bi serlêdanên sazî û dezgehên fermî cihê xwe yê li gel vê biryarê teqez bikin û bi vê keda xwe tevlî vê meşê bibin."
Ji roja ragihandina biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û heta niha, Rêveberiya Baroya Diyarbekirê di daxuyaniyên xwe de piştgiriya xwe ya ji bo referandûma serxwebûnê ragihandibû. Bi nêzîkbûna dîroka referandûmê re rêveberiya Baroya Diyarbekirê ji bo bi awayekî çalak piştgiriya xwe ragihînin, biryar da ku roja referandûmê li gel xelkê Kurdistanê cihê xwe bigire û ji aliyê hiqûqî ve çavdêriya hilbijartinê bike. Endamê Rêveberiya Baroya Diyarbekirê Neşet Gîrasûn diyar kir ku ji aliyê hiqûqî ve tu astengî li pêşiya biryara referandûmê tuneye û ew jî dixwazin şahediya wê roja dîrokî bikin.
Neşet GÎRASÛN-Endamê Rêveberiya Baroya Diyarbekirê diyarkir:
"Em wekî Baroya Diyarbekirê, piştgiriya referandûmê dikin. Ji ber ku mafê referandûmê mafekî navneteweyî ye û her gelên dinyayê dema ku bixwazin qedera xwe tayin bikin, divê dewletên dinyayê yên din jî ji vî mafî re rêzdar bin."
Parêzerên Baroya Diyarbekirê, li ser biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dibêjin ku; 'Çawa gelên Hirvatîstan û Slovenyayê ji aliyê dewletên serbixwe yên cîhanê ve hatin naskirin, dê Gelê Kurdistanê jî piştî referandûmê bi heman rêbazê were naskirin û ewçax dê biryara Gelê Kurd li Qada navneteweyî cihê xwe yê hiqûqî bibîne û dê ev biryar bi rêzdarî were pêşwazîkirin.'