"Piştî referandûmê Tirkiye bi çavekî nû li Kurdistanê wê binere"

 

K24 – Stenbol

Bi nêzîkbûna referandûma bo serxwebûna Kurdistanê karvedanên der barê mijarê de li aliyê Tirkiyê jî ji nêz ve tên şopandin. Yek ji wan jî axaftina li ser Tirkiyê ya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotibû Kurdistan ji bo Tirkiyê jî cîheke bi ewle ye ku dikare pişta xwe bide ye.

Pisporê polîtîkayên derve Huseyîn Şeyhanlioglu axaftina Serok Barzanî hem ji bo Tirkiye hem ji bo Kurdistan wek dîrokî dinirxîne û amaje dike ku bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê feydeya herî mezin wê Tirkiyê bibîne.

Pisporê Polîtîkayên Derve Doç.Dr.Huseyîn Şeyhanlıoglu ji K24ê re wiha axivî: “Serxwebûna Kurdistanê bo Tirkiyê jî baştir e. Çimkî rola Îranê li herêmê wê lawaztir bibe. Weke din Kurdistan ne dijminê Tirkiye ye. Piştî referandûmê ku ez bawer im rêjeyeke zede kes wê bêje erê û Tirkiye jî ji vê encamê re rêz ew ê bigire. Bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê tu zirarek ne digihîje Erdogan ne digihîje Tirkiyê.”

Pêwendiyên her du aliyan di nav 15 salan de gelek pêş ket û serdanên fermî jî di van salan de pêk hat.

Prof. Dr. Akademîsyen Bîlal Sambûr jî balê dikêşîne ser têkiliyên dostane yên navbera Tirkiye û Kurdistan. Li gor Sambur her du alî jî li herêmê xwediyên hevkarên nûjen in û ji bo berdewamiya pêwendiyên baştir û zêdetir pêwîst e serxwebûna Kurdistanê pêk were.

Akademîsyen û Pisporê Rojhilata Navîn Prof.Dr. Bîlal Sambûr got jî: “Tirkiye û Kurdistan li Rojhilata Navîn dikarin bibin du dostên baş. Piştî referandûmê jî bi awayeke erênî û bi çavekî nû li herêma Kurdistanê wê binêre. Niha çawa li Rojhilata Navîn Qatar û Tirkiye bûne hevkarên stratejik bi heman awayî herêma Kurdistanê jî hevkarekî stratejik ê Tirkiyê ye.”

Li gor gelek pisporan jî ji bo parastina pêwendiyên dostane û stratejik hem Kurdistan hem Tirkiye di çarçoveya modeleke nûjen û wekhev de dikarin hevalbendiya xwe zêdetir bi pêş bixin û ev tifaq bêguman bandor li dahatûya Rojhilata Navîn jî bike.