Avnî Ozgurel:Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe

 

K24 – Stenbol

Bertekên Tirkîyê yên li dijî referandûma bo serxwebûna Kurdistanê ber bi nêzîkbûna roja referandûmê sistir dibe. Li gorî pisporan jî daxuyaniyên Serokê Kurdistanê Barzanî yên dawî bandor li helwesta Tirkiyê dike û di pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê de jî tu pirsgirêk tune. Rojnamevanê navdar ê Tirk Avnî Ozgurel da zanîn ku Tirkiye têgihiştiye ku Iraqekek yekgirtî ne guncaw e û Enqere rê li ber serxwebûnê nagire.

Di nav 10 salên dawî de bi pêşketina têkiliyên Enqere û Hewlêr her du alî bûne hevalbendên girîng. Lê piştî ragihandina referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ku 25ê Îlonê dê pêk were, daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Tirkiyê yên derbarê referandûmê de wek dûrketina her du aliyan tên nîşandan. Lê pisporên ku Kurdistan û Tirkiyê ji nêz ve dişopînin, berevajiya vê yekê difikirin. Rojnameger Avnî Ozgurelê ku der barê polîtîkayên Kurd û Kurdistanê yên Tirkiyê de wek kesekî pispor tê zanîn dibêje daxuyaniyên fermî asayî ne.

Avnî Ozgurel ji K24ê re wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn ya ku bi hezaran hesabên hêzên global lê heye, polîtîkayên cuda bi gotinên siyasî yên cuda tên birêvebirin. Divê ev yek baş bê zanîn ku Tirkiye, Hewlêrê wek hevalbendekî xwe yê bi hêz dibîne. Biryara Birêz Barzanî ya derbarê Referandûmê de jî nêrîna Tirkiyê neguherandiye. Ji bilî vê, daxuyaniyên Enqerê ku wek bertekekê tê dîtin, bi min li gorî zimanê dîplomatîk hatiye bijartin û ne tund e.

Bi boçûna Avnî Ozgurelê ku wek navekî nêzîkê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan tê zanîn, Tirkiye ne li dijî Referandûmê ye bes Tirkiyê ji nediyariyên piştî referandûmê bi fikar e.

Nivîskar Avnî Ozgurel got jî: "Li Rojhilata Navîn, Sûriyê û Iraq'ê gengeşiyên mezin qewimîn û êdî ne wekî berê ye. Şertên di sala 1920an êdî paş de man. Helbet Tirkiye Iraqa yekgirtî û li hev kirî dixwaze lê belê Enqere baş dizane ku dîrok bi şûn de nayê vegerandin. Ji ber vê yekê Tirkiye bi qethî polîtîkayeke ku li dij hewildanên Birêz Barzanî bibe asteng nameşîne. Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe."

Li Tirkiye derbarê ragihandina referandûmê de niha li gorî demên berê zêde bertek nayê nîşandayîn. Gotinên Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî yên wek "Kurdistan ji bo Tirkiye cihekî ewle ye" ji bo vê yekê wek sedem tê nîşandan.

Pisporê Tekiliyên Navneteweyî û Akademîsyen Huseyîn Bagci jî dibêje; baweriya Tirkiyê bi gotinên Mesud Barzanî heye. Huseyîn Bagci got ji K24ê re got: "Gotina Mesud Barzanî ya "Bila li me bawer bin" berdewamiya havalbendiya dîrokî jî îfade dike. Helbet Barzanî jî ji hevkariya Tirkiye ne aciz e. Tirkiye welatekî bi ewle ye, karên pir mezin û veberhênan lê tên kirin. Ji 25 hezar kesî zêdetir mirovên Tirk li wir kar dikin. Serxwebûn pêk bê jî pêk neyê jî dê di navbera Enqere û Hewlêrê de hevkarî berdewam bike.

Li gorî şarezayan polîtîkayên Tirkiyê yên derbarê Kurdistanê de li gor zemanên berê bi awayeke erênî guherîye û Hewlêr ji aliyê Enqerê ve wek dijmin nayê dîtin û li Tirkiyê bi ala Kurdistanê pêşwazîkirina Serok Barzanî jî nîşaneya vê yekê ye.