Artêşa Tirkiyê Efrîn û Şehbayê topabaran kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike gundên herêma Efrînê û devera Şehbayê topbaran kirin.
Medyayên nêzîkî YPGê ragihandin, artêşa Tirkiyê şeva borî gundê Cilbirê, derdora kampa Rûbar, Qestel Cindo û kefir Xaşir yên ser bi Efrînê ve topbaran kirin.
Hat ragihandin jî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê ên Jinê (YPJ) rûbirûyî wê êrîşê bûn û 10 çekdarên grûpên opozîsyonê kuştin.
Herwiha artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê gundên Til Rifad, Şêx Îsa, Hisiyê, Til Medîq û Qolseroc yên li devera Şehbayê topbaran kirin.
Hat ragihandin jî, Hêzên Şoreşger ên li devera Şehbayê jî bersiva wan êrîşan da û wesayiteke artêşa Tirkiyê li eniyê gundê Til Medîq rûxand û 7 çekdarên opozîsyonê li eniya Til Malid û Hisiyê kuştin.
Hat ragihandin jî, firokeyeke çavdêriyê ya bê firokvan ya artêşa Tirkiyê li esmanê navçeya Bilibilê ya Efrînê jî hate êxistin.