Fermandarekî Ermenî li Reqayê canê xwe jidest da

K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarekî Ermenî yê bi navê Orhan Bakirciyan di operasyona rizgarkirina Reqayê de canê xwe ji dest da.
Orhan Bakirciyan ji Ermrniyên Bakurê Kurdistanê ji bajarê Diyarbekirê bû. Ew endamê Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê ya Marksîst Lenînîst bû û ji bo şerê li dijî DAÎŞê çûbû rojavayê Kurdistanê.
Hat zanîn di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de canê xwe ji dest daye.
Orhan Bakirciyan berî niha jî li Filîstîn, Hayastan û Karbaxê gerîlatî kiribû.