Dijberiya Almanya û Tirkiye berfereh dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Krîza di navbera Tirkiye û Almanyayê de roj bi roj kurtir dibe. Ji her du aliyan ser hev daxuyanî tên dayîn û herî dawî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got, ew ji Almanyayê daxwaza radestkirina terorîstan dikin, lê Almanya vê daxwazê cih be cih nake û ser de jî daxwaza berdana welatiyên xwe dike. Erdogan got, biryara berdana welatiyên Almanyayê di destê dadgehan de ye. Ew dê li gor biryara dadgehan tevbigerin.
Erdogan diyarkir: “Ew ji me tawanbaran dixwazin lê em ji wan terorîstan dixwazin. Min berî niha jî gotibû. Min dosyeya 4 hezar û 500 terorîstan da birêz Merkelê. Lê ji van dosyeyan heta niha bersivek erenî nedan me. Em hê jî hêviya bersivekê ne. Niha li cem me 3 an jî 5 welatiyên wan girtî ne. Her tim daxwaza berdana wan dikin ko em radestê Almanyayê bikin. Lê bila aciziya xwe li me negirin. Ger dadgehên wan hebin dadgehên me jî henin. Li ser vê mijarê dadgehên me dê biryara xwe bide. Dema biryarek hate dayên em jî dê çi pêwîst be bikin”.