HSD: Amerika li rojavayê Kurdistanê bînkeya leşkerî ava dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Suriyeya Demokratîk Talal Silo dibêje Amerîka dê şûna Încîrlikê li rojavayê Kurdistanê bingeheke leşkerî ava bike.

Silo ji ajansa Reutersê re axifî û da zanîn ko, li rojavayê Kurdistanê berjewendiyên stratejîk yên Amerîkayê hene û siyasetek demdirêj birêve dibe. Lewra di navbera rêveberiya rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê de peymanên leşkerî, aborî û siyasî dê werin çêkirin. Talal Silo herwiha got, Amerîka pilan dike ko, li hemberî bingeha Încîrlikê wekî alternatîf li rojavayê Kurdistanê bingeheke leşkerî ava bike.

YPG meha borî ragihandibû ko, Amerîka li rojavayê Kurdistanê 7 bingehên leşkerî ava kiriye û yek ji wan jî li ser sînorê Tirkiyeyê bajarê Kobaniyê ye.