Wezareta Pêşmerge: Tenê mafê gelên Kurdistanê ye, liser referendûmê biaxife!
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, bersîva daxûyaniyên Serfermandarê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Baqirî da.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet destnîşankir ku, daxûyaniyên Baqirî destwerdana karên navxweî yên Kurdistanê ne û diyarkir: “Referendûm mafê herî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û ji derveyî gelên Kurdistanê mafê kesî nî ne, liser referendûmê biaxife”.
Di dema seredana xwe ya Tirkiyê de Serfermandarê Îranê Mihemed Baqirî di daxûyaniya xwe ji Ajansa fermî ya Îranê IRNA re diyarkiribû ku: “ Referendûma Kurdistanê dê lidar nekeve û ger ew referendum pêk were, dê bandore li Iraqê û welatên drawse bike ê aloziyên berfereh û dijberiyan ligel xwe bîne”.