Platforma Hewlêrê ya Kurdên rojavayê Kurdistanê dixwaze beşdarî Civîna Cenevê bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo çareseriya krîza Suriyê, bi dehan aliyên siyasî, leşkerî û civakî her dem beşdarî danûstandinên Cenêvê dibin. Tê de nerîn û daxwezên xwe dibêjin.
Li Hewlêrê jî bi dehan rêxistinên hêza civaka sivîl ya Kurdên rojavayê Kurdistanê civînek lidarxistin. Bizava wê yekê kirin ku ew jî wekî Platforma Hewlêrê beşdarî danûstandinên bê yên Cenêvê bibin.