Baqirî: Îran û Tirkiye dikarin pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî ragihand, heger hêzên leşkerî yên Îran û Tirkiyê hevkariya hevûdu bikin, piraniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dibin.
Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê ji medyaya Îranê re careke din axivî û got: “Wî digel rayedarên Tirkiyeyê li ser mijarên wekî teror, ewlekariya sînoran û bûyerên li Iraq û Sûriyeyê axivîne her du welat jî li dijî hebûna hêzên navnetewî ya li navçeyê ne. Nerazîne ko hin rêxistinên terorê pabendê wan hêzan bin”
Baqirî herwiha diyar kir ku, heger rayedarên leşkerî û ewlekariya Tirkiye û Îranê hevakariyê bikin, dikarin piraniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin.
Serokerkanê Îranê berî niha çend rojan serdana Tirkiyeyê kiribû û digel Serokomar Erdogan civiya bû.