4 gerêlayên PKKê canên xwe ji dest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama operasyoneka asmanî de 4 gerilayên PKKê li Wanê canên xwe ji dest dan.

Serokerkaniya Tirkiyeyê ragihand ku, li bajarê Wanê gundewarên navçeya Elbakê li dijî endamên PKKê operasyonek asmanî pêk hatiye û di encamê de 4 endamên PKKê canên xwe ji dest dane.

Herwiha Hêzên Paratina Gel (HPG) jî duh ragihandibû ku, hêzên wan li navçeya Elbakê êrîşê qerekola leşkeran kirine û 2 leşker kuştine.