Li Swesrayê festivala piştevaniya serxwebûna Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Revenda Kurdî li Swesrayê îro fîstevaleke piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê li bajarê Zurich a Swesrayê bi rê ve dibe. Peyamnêrê K24ê li Ewropayê amaje bi wê kir, ku tê pêşbînîkirin heta 5 hezar Kurd li wê festival amade bibin. Herwiha gelek berpirs, parlementer û kesayetiyên Swesrayê beşdarî wê festival dibin.

Hunermend Şivan Perwer jî ku beşdarî wê festival dibe ji K24ê re ragihand, birêvebirina referandûmê gelekî girîng û pîroz e. Çavên hemû cîhana demokratîk li referandûma serxwebûna Kurdistanê ye, divê Kurd jî rêzê li vê proseyê bigire û heta roja 25 Îlonê gelekî bi kelecan, xurt û zîrekî bin û biçin dengê xwe li ser çarenivîsa xwe bidin.

 

Fly Erbil Advertisment