Barzanî: PKK bi terorist binav nakin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê PKKê de got: “Em ligel wan nakok in û gelek têbîniyên me li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê hene, lê em wan bi terorist binav nakin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di bersiva pirseke rojnameya “Ukaz” a Siûdiyê de ya derbarê “Ma hûn PKKê bi terorist binav dikin” de got: “Em ligel wan nakok in û gelek têbîniyên me li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê hene, lê em wan bi terorist binav nakin.”

Rojnameyê helwesta Serokê Herêma derbarê derbarê riftarên Îxwan Muslimîn li cîhana Erebî û Îslamî û ew grûpên li gelek welatan wek terorist tên binavkirin de pirsî. Di bersivê de Barzanî got: “Em li dijî her rêxistinekê ne haneya tundûtûjiyê bide. Li Kurdistanê tu rêxistineke Îxwan Muslimîn tune ye, lê dibe ku alîgirên wê hebin.”

Herwiha Barzanî got: “Li Kurdistanê 3 partiyên Îslamî hene (Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî, Tevgera Îslamî û hin selefî) ew jî red dikin ku rêxistinên Îxwanî bin, riftarên wan tên tehemulkirin û di hundir sînor de ne. Ez ne ligel tu partiyekî Îslamî Sunî yan Şîî me, ku destêwerdanê bi bîr û hizrên tundrew di karûbarên dewletê de bike.”