Bi dehhezaran ji bo cejnê diçin Suriyê
Ji bo pîrozkirina cejnê bi dehhezaran Suriyeyî liser deriyên sînorî yên Tirkiyê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Li sînorên Tirkiye ber bi Suriye ve di rojên dawî de bi dehhezaran hevwelatiyên Suriyê yên li Tirkiye penaber, ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê ber bi Suriyê ve diçin.
Ligor medyaya Tirk, herî zêde li deriyên sînorî yên Cilvegozu û Kilisê çûn pêk tên. Yên ku diçin dive herî dereng 31ê meha Çile vegerin, na xwe mafên xwe yên rûniştinê wenda dikin.
Kesên ku diçin Suriyê, zêdeyên wan bi eslê xwe Erebên Suriye ne.