Di çarçoweya Rewşa Awarte de biryarnemeyên nû derketin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê 2 biryarnameyên nû hatin ragihandin: 3 dezgehên çapemeniyê hatin girtin, 928 kes ji kar hatin dêrxistin.
Di çarçoveya rewşa awarteyê de 2 biryarnameyên di hikma yasayan de hatin ragihandin. Li gor wê biryarnameyê Rojnameya Şûjin, Rojnameya Rojeva Medya û Ajansa Nûçeyan a Diyarbekir-Dîcleyê digel 3 komeleyan hatin girtin. Herwiha li Wezareta Dadê 142, li Wezareta Navxwe 212, Li Serokerkaniyê 205 Li Zanîngehan 172 bi giştî 928 karmend û leşker ji kar hatin dêrxistin. Di nav leşkerên ji kar hatine dêrxistin de hejmarek general jî hene.