Barzanî: Bi saya xwîna şehîdan a pak, gelê Kurdistanê dê bigihe serbixweyîyê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Ev azadî û destkeftên gelê Kurdistanê berhemê xwîna şehîdên me yên nemir in, wê piştrast dikim ku pişt bi xwedayê mezin, xwîna şehîdan bi vala naçê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, “Ev azadî û destkeftên gelê Kurdistanê berhemê xwîna şehîdên me yên nemir in, wê piştrast dikim ku pişt bi xwedayê mezin, xwîna şehîdan bi vala naçê.”

Barzanî di peyama xwe de, ku bi boneya hatina cejna Qurbanê, arasteyî malbatên şehîdan ên serbilind kir û dupat kir, Bi saya xwîna şehîdan a pak, gelê Kurdistanê dê bigihe serbixweyîyê.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbatên serbilind ên şehîdan...

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên serbilind û xweşdiviyan dikim, hêvîdar im hemû rojeke we cejin û xweşî bê.

Ev azadî û destkeftên gelê Kurdistanê berhemê xwîna şehîdên me yên nemir in, wê piştrast dikim ku pişt bi xwedayê mezin, xwîna şehîdan bi vala naçê û li sayeya xwîna wan yê pak, gelê Kurdistanê dê bigihe serbixweyîyê.