Cîh li girtîgehên Tirkiye neman e

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê hejmara girtiyan gihişt 224 hezar kesan û cih li girtîgehan neman.

Parlementerê Partiya Gel a Komarê CHPyê Murat Emîr ragihand ko li girtîgehên Tirkiyeyê tenê ji bo 202 hezar kesan cih heye. Lê niha 22 hezar girtî li kabareya girtîgehan zêde bûye û li girtîgehên Tirkiyeyê 224 hezar û 878 kes dimînin. Herwiha di şert û mercên xirab de dijî. Parlementerê CHPyê diyar kir ko ji 224 hezar girtiyan 85 hezar kes nehatine cezakirin lê bi girtî tên mehkemekirin. Divê mirov serbest werin mehekemekirn heta biryara dawî ya dadgehan neyên zindanîkirin.

Li Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ji zêdetirî 50 hezarî kes hatin girtin.