Artêşa Tirkiye li zivistanê bênavber dê Operasyonan pêkbîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li bajarê xwe Trabzonê ya nêzîkî Deryaya Reş ragihand:

“Ew dê vê zivistanê bênavber operasyonan bi rê ve bibin û şerê PKKyê bikin. Soylu bang li welatiyan kir ko bila dilê wan rehet be û aram bin. Ew di şerê li dijî PKKyê de birbiryar in û qet ranawestin.

Derbarê terorê de bila dilê welatiyên me rehet be. Em bi firokeyên bêfirokevan li dijî PKKyê operasyonan bi rê ve dibin. Firokeyên bêfirokevan rê nadin endamên PKKyê bi komên qelebalix bigerin. Bi komên ko ji 3 an jî 4 kesan pêk tê digerin. Em jî bi şêweyek baş li çiya û gundewaran bicih bûn. Bila welatiyên me bizanin ko di her 3 mehên bê de şerek mezin a li dijî PKKyê hêviya me ye. Em digel hêzên xwe yên ewlekariyê vê zivistanê qet ranawestin û li dijî PKKyê operasyonên berfireh pêk bînin û dê bênavber şerek dijwar bikin.”