Îran: Êrîşek liser me bibe, dê ne tenê axa me bibe qada şer
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermandarê leşkerî yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Baqirî di civîna xwe ligel Hêzên Hewayî yên Îranê de diyarkir ku, “Ger êrîşek liser Komara Islamî pêk were, dê encama wê ji aliyê din re gelek giran be. Şer ne tenê dê liser xaka Îranê pêk were”.
Baqirî nave tu welatan neanî ziman, û got: “Ew dikarin biryara şer bidin, lê kengî bidawî dibe, liser çi herêmê rû dide, ne ew dê biryarê bidin”.
Ev demek e di navbeyna Komara Islamî û Amerika dê, girêdayî xebatên Tehranê yên atomî alozî berferehtir bûn e. Herçend Baqirî nave tu welatan di axaftina xwe de diyar nekir jî, tê hizrkirin ku armanca wî Amerika ye.