HSDê mizgefta Mezin li Reqayê kontrol kir
HSDê piştî kontrolkirina taxa Reqaya Kevin, karî mizgefta Mezin kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê di pêşveçûnan de berdewam in û piştî kontrolkirina taxa Reqaya Kevin, karî mizgefta Mezin kontrol kirin.
HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê di 6 Hezîrana borî de dest pê kir.
HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî pêşketinên berçav li Reqayê kiriye û şervanên HSDê dibêjin ku wan heta niha karîne zêdetirî ji sedî 65 ji bajêr kontrol bikin.