Rojnamevana Ereb-Swêdî: Em dive serxwebûna Kurdistanê bipejîrinin
Rojnamevana Swêdî bi eslê xwe Ereb Somar El Naher, di gotara xwe ya di Expressen de bang li welatên Erebî kir, ku serxwebûna Kurdistanê bipejîrinin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnamevana Swêdî bi eslê xwe Ereb Somar El Naher, di gotara xwe ya di rojnameyek ji yên herî mezin ê Swêdê Expressen de bang li welatên Erebî kir, ku serxwebûna Kurdistanê bipejîrinin.
Di gotara xwe ya bi nave: Em Ereb dive serxwebûna Kurdistanê binasin de, El Naher rexneyan li nêzîkahiya welatên Erebî û bi taybetî Iraqê digre û dinivîse: “Kurdistan mafê xwe yê referendûmê heye. Herêm û bi taybet Ereb li pêş bijardeyek in. Yan em li dij her pêngava Kurdan derdikevin û rêya aloziyê û dijberiyê hildibijêrin an em gavek erênîtir davêjin piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dipejîrinin. Em bi wijdanê xwe re berbiçav in, ne referendûma Kurdistanê bi serê xwe pirsgîrêka me ye, pirsgîrêka me bi me re ye. Di rastiyê de tu mafê me ya dijberiya serxwebûna Kurdistanê nî ne.”