Levy: Kurdistan mîsogeriya ewleyî û aştiyê ye
Levy destnîşankir, di tevayiya Rojhilata Navîn de çandek wekî ya Kurdistanê, kulturek wekî ya Kurdistanê nayê dîtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Derhêner û filosofê Fransî Bernard-Henri Lévy, diyarkir ku dive rêz li referendûma serxwebûna Kurdistanê bê girtin û bawer e Kurdistan dê ewleyiyê bîne Rojhilata Navîn.
Levy got: “Kurd bi gelek tevkujî û weraniyan re berbiçav hatin. Hemberî DAIŞ şerê herî giran Kurdan da. Gelekên caran bi tenê man, lê herdem têkoşînek serfiraz birêve birin. Gelên deverê gava ketin bin metirsiyê xwe avêtin xaka Kurdistanê, Kurdistan xwedî li wan derket.”
Levu herweha da zanîn ku, li ser erdnîgariya Kurdistanê hemû netew û ol di nav aştiyek nimûneyî de dijin, ev nimûne ji bo tevayiya cîhanê ye. Levy destnîşankir, di tevayiya Rojhilata Navîn de çandek wekî ya Kurdistanê, kulturek wekî ya Kurdistanê nayê dîtin.
Herweha Levy baweriya xwe ku, Kurdistan a serbixwe dê bibe mîsogeriya ewleyî û aştiyê û bibe hêvî ji gelên din ên bêdewlet re jî anî ziman.