Huşyar Zêbarî: Ebadî merca hilweşandina encamên referandûmê rakir
Endamê Ebcûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê Huşyar Zêbarî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew merca hilweşandina encamên referandûma Kurdistanê êxistiye.

K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê Ebcûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê Huşyar Zêbarî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew merca hilweşandina encamên referandûma Kurdistanê rakiriye.
Zêbarî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsiye: “Ebadî merca hilweşandina encamên referandûmê Kurdistanê li ser hikûmeta Kurdistanê rakiriye.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hilweşandina encamên referandûma serxwebûna Kurdisanê wek mercekê ji bo destpêkirina danûstandinan bikin, danîbû pêş Herêma Kurdistanê.
Daxuyaniya Zêbarî di demekê de ye, alozî di navbera Kurdistan û Iraqê li navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê bilind dibû. Hêzên Iraqê gefa girtina bîrên û leşkergeh û cihên stratejîk yên bajêr dixwin û hêzên Pêşmerge jî red kirin ku rê bidin wan.