Li Tirkiyê rewşa awarte 3 mehên din hat dirêjkirin.

Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê, biryara dirêjkirina rewşa awarte da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê, biryara dirêjkirina rewşa awarte da.

Desteya Ewlekariya Tirkiyê, bi rojeva nirxandina pêşketinên dawî û dirêjkirina rewşa awarte duh civiya. Biryarên ku hatin girtin, ji hêl Encuman Wezîran ve hatin qebûlkirin.

Peyvdarê Hikûmetê Bekir Bozdag, piştî civîna Encumena Wezîran da xuyakirin, di civînê de biryara dirêjkirina rewşa awarte ji bo 3 mehên din hatiye qebûlkirin û bi armanca pejirandinê arasteyê Parlamentoyê hatiye kirin.

Bozdag herwiha got, ew dixwazin deriyên sînorî radestî hikûmeta navendî ya Iraqê bên kirin.