Tirkiye bingehên PKKê li Zapê bombebaran dike

Firokeyên şerî yên artêşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li herêma Zapê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şerî yên artêşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li herêma Zapê bombebaran kirin.

Derbarê mijarê de Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, li dijî bingehên PKK yên li Herma Zapê firokeyên şerî yên Tirkiyê operasyonek asmanî pêk anîn û di encamê de 9 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. 

Herwiha li bajarê Çêwlikê navçeya Drahênê jî di encama operasyoneke asmanî de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî duh di çarçoveya operasyona Arteşa Tirkiyê ya li herêma Zapê de ragihandibû, nêzikê 30 leşkerên Tirkiyê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin. 

  

Fly Erbil Advertisment