Partiyek nû li Tirkiye, bi navê - Partiya Baş (Iyi Parti)
Meral Akşener piştî gengeşe û amedekariyên dûr û dirêj partiya xwe damezirand. Navê partiya wê Iyi Partî ango Partiya Baş e .
K24 – Navenda Nûçeyan
Meral Akşener piştî gengeşe û amedekariyên dûr û dirêj partiya xwe damezirand. Navê partiya wê Iyi Partî ango Partiya Baş e û dirûşma wê jî ev e: Li Tirkiyeyê dê her tişt baş bibe. Akşener ji bo damezirandina partiyê bi damezirîneran re hat ba hev û ragihand ko ji bo berjewendiya Tirkiyeyê ji xeynî partiya wan ti rê nemaye.
``Tirkiye westiyaye. Millet westiyaye. Dewleta me ji hêza xwe ketiye. Sîstema rêvebirina xelk hildiweşe. Divê ev doxa siyasî ya niha bigûhere. Wekî din ti rêya baş û çak nemaye. Ew rêya baş em in. Ew rêya baş hûn in. Ew rêya baş miletê tirk a 80 milyon e. ``
Meral Akşener diyar kir ko Tirkiye dê bi partiya wan nû bibe û ew dê desthilatdariyê ji hikûmeta AK-Partiyê bistînin.
``Hêviyên me hene. Xeyalên me hene. Em Tirkiyeyek dewlemend dixwazin. Hêza me heye. Em Tirkiyeyek dadperwer û azad dixwazin. Maf û hêza me heye. Em Tirkiyeyek bextewar dixwazin. Em bi tevgereke siyasî ya baş û nû Tirkiyeyê hêmbêz dikin. ``
Seroka Partiya Iyi Akşener herwiha eşkere jî kir. Ew di hilbijartinên sala 2019an de namzeta Serokomariya Tirkiyeyê ye.
Akşener dema biryara damezarindina partiyeke nû da wekî wê hejmarek gelek zêde kes dest ji Partiya Tevgera Neteweperst MHPyê berdan û beşdarê tevgera wê bûn. Jixwe ew jî partiyeke rastgir ango neteweperst in û tê pêşbînîkirin dengek zêde ji alîgirên AK-Partî û MHPyê bistînin. Herwiha li gor gelek analîst û pisporên hilbijartinê yên Tirkiyeyê Akşener dê bibe mezintirîn partiya sêyem a Tirkiyeyê. Herwiha ger li dijî AK-Partiyê bi CHPyê re bikaribe peymanek çêbike, Akşener dikare dawî li desthilatdariya Recep Tayîp Erdoganî jî bîne.