Bi tohmeta bangeşekirina PKKê 15 kes hatin girtin
Li Tirkiyeyê 15 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tohmeta bangeşekirina PKKê hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê 15 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tohmeta bangeşekirina PKKê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de li 3 bajarên wekî Enqere, Kocaelî û Îzmîrê li dijî HDPê operasyoneke berfireh pêk hat û polîsên dijîterorê bi ser malan de girtin.
Di encamê de 15 bergûman bi tohmeta bangeşekirina PKKê hatin girtin û lêpirsîna wan bedewam dike.