Gokçek, dest jikar berda (an hate dûrxistin)
Gokçe got: ew daxwaza rêberê xwe Recep Tayîp Erdoganî pêk tîne û dest ji Seroktiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê berdide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser fermana Serokê AK-Partiyê Recep Tayîp Erdogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek jî dest ji kar berda.
Melîh Gokçek îro civîneka çapemeniyê pêk anî û bi dirêjahî behsa xizmetên xwe yên şaredariyê ya nêzikê 24 salan kir. Piştre jî got ew daxwaza rêberê xwe Recep Tayîp Erdoganî pêk tîne û dest ji Seroktiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê berdide.
Meha borî Şaredarê Stenbolê yê AK-Partiyê Kadîr Topbaş, berî niha çend rojan jî Şaredarê Bursayê Recep Altepe li ser fermana Erdogan dest ji kar berdabûn. Tê pêşbînî kirin di demên bê de destjikar berdanên di nav AK-Partiyê de berdewam bike.