Asayişa li Kobanê bi hêzê xwenîşandana piştevanya Herêma Kurdistanê ji hev belav kir

"Asayişa li Kobanê du xwepêşander girtin û gotinên xirab ji xwepêşanderan re digotin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro li kobanê ji bo şermezarkirina êrîşa Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistanê, xwenîşandanek hat rêkxistin, lê ew çalakî ji aliyê asayişê ve bi tundî ji hev hat belavkirin.

Endamê xwecihiya ENKSê li Kobanê Ednan Bozan ragihand: "Du kes bi navê (Şoreş Hemê û Xemgîn Derwîş) ji aliyê asayişan ve hatine girtin."

Li gor dîdevanan, li gel belavkirina xwenîşanderan gotinên xirab ji wan re hatin kirin û xwenîşander wek xayin binav kirin.

Heya niha jî asayişê ti daxuyanî derbarê vê yekê nedaye.