Pizişkên bê Sînor haydariyê ji girtina deryê Fîş Xabûr dide

"Deryê Fîş Xabûr take deryê sînorî ye li ber wan û bi riya wî hemû rêxistinên mirovî, alîkariyan derbasî bakurê rojhelatî Sûriyê dikin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de Rêxistiya Pizişkên bê Sînor ragihand: "Deryê Fîş Xabûr take deryê sînorî ye li ber wan û bi riya wî hemû rêxistinên mirovî, alîkariyan derbasî bakurê rojhelatî Sûriyê dikin. "

Herweha dibêje bi melyonan welatiyên sivîl ji Hesekê, Reqa, Kobanê, Girê Sipî û Minbic pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bi taybet bi nêzîkbûna werzê zifistanî û berdewamiya mişextbûna xelkê bi sedema şerê DAIŞê. Tê zanîn hijmarek mezin ji mişextan li Rojavayê Kurdistanê dimîne û deriyê Fîş Xabûrê deriyê sereke ye di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de û hikûmeta Bexdayê daxwaza radestkirina wî derî dike.