Bi sedema êrîşên Heşda Şeibî, careke din kiristyan mişext bûn

Welatiyên kiristyan daxwaza piştevaniya navdewletî dikin û dibêjin ku ew dixwazin bi aramî bijîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kiristyanên rûniştvanên Tilisqof, sala 2014an bi sedema êrîşa DAIŞê li ser navçeyê, ji navçeyên xwe mişext bûn, lê piştî ku hêzên Pêşmerge navçeyên wan kontrol kirin dubare vegeriyan cihên xwe û jiyaneke nû destpê kirin, vê dawiyê jî piştî êrîş û topbarana Heşda Şeibî, careke din welatiyên kiristyan mişext bûn û niha ew daxwaza piştevaniya navdewletî dikin û dibêjin ku ew dixwazin bi aramî bijîn.