Hikûmeta Iraqê fermandeya operasyonên Kerkûkê pêk anî
"Erkê wê fermandeyê, parastina ewlehî û aramiya parêzgehê ye û serperşitîkirina tevahiya hêzên ewlehiyê ye."
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandeyê operasyonên Kerkûkê Elî Fazil Umran eşkere kir, ku fermanek ji dîwana serokatiya encumena wezîrên Iraqê derketiye, ji bo pêkanîna fermandeya operasyonên Kerkûkê li şûna operasyonên Rojhilatê Dicle û baregeha wê li Kerkûkê dibe.
Umran got jî: "Erkê wê fermandeyê, parastina ewlehî û aramiya parêzgehê ye û serperşitîkirina tevahiya hêzên ewlehiyê ye."
Ev yek jî di demekê de ye ku berî niha behsa vekişîna Heşda Şeibî û tevahiya hêzên serbazî ji Kerkûkê dihat kirin û biryar bû dosya emnî radestî polîsê fîdralî bê kirin.