Macron Ji Ebadî re: Divê Iraq rêzê li mafê gelê Kurd bigre

Macron: Divê Iraq rêzê li mafê gelê Kurd bigre û navçeyên cihê nakokiyê bi hevbeşî bên birêvebirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Koşka Êlîzê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, serokê Firensa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kir û ragihand, ku ew piştevaniya diyalogê di navbera hikumeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de dike, li ser bingeha destûra Iraqê û daxwaz kir ku rêz li mafê gelê Kurd bê girtin û navçeyên cihê nakokiyê bi hevbeşî bên birêvebirin.

Berî niha jî çendîn car serokê Firensa daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû mafê gelê Kurd û kêmîneyan piştguh neke û bi riya gotûbêjan kêşeyan li gel Herêma Kurdistan çare bike.