Barzanî: Wek Pêşmergeyekî ji bo parastina destkeftên miletê me berdewam dibim

Serok Barzanî di nameyekê de ku arasteyî parlemantoya Kurdistanê kiribû ragihand, wek Pêşmergeyekî ji bo parastina destkeftên miletê me berdewam dibim.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî di nameyekê de ku arasteyî parlemantoya Kurdistanê kiribû ragihand, wek Pêşmergeyekî ji bo parastina destkeftên miletê me berdewam dibim.

Di nameyê de Serok Barzanî ragihand jî, dirêjkirinê ji bo dema serokatiyê red dikim.

Deqa nameyê:

Ji bo Serokayetiya Parlementoya Kurdistanê ya birêz

Silaveke germ

Li gor fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12.7. 2017an me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlemento û Serokayetiya Herêma Kurdistanê di roja 01.11.2017an de bê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û ewlehî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokayetiyê, Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê amadekariyên xwe ji bo her du hilbijartinan rawestand û li 24.10. 2017an li Parlementoya Kurdistanê da temenê Parlemento û Hikûmeta Herêma ji bo demeke du xulên yasadananê hate dirêjkirin.

Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, ji piştî 01.11.2017an berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabe yasaya Serokayetiyê bê veguhartin yan temenê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê dirêjkirin. Pêwîst e di zûtirîn dem de kom bibin, ji bo ku valahiyeke siyasî di erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de dirust nebe û ev babet bê çareserkirin.

Ez jî wekî Mesûd Barzanî Pêşmerge di nav cemawerê xweragir ê gelê me û Pêşmergeyên azîz de di xebat û têkoşîna bidestxistina mafên rewa yên gelê me û parastina destkeftên mîlletê me de berdewam dibim.

Mesûd Barzanî
28.10.2017