Berlemanterekî Brîtanya: Hemû cîhan deyndarê Serok Barzanî ye
Parlemanterê Kurd di parlemantoya Brîtanyayê Nedîm Zehawî dibêje: Hemû cîhanê deyndarê Serok Barzanî ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemanterê Kurd di parlemantoya Brîtanyayê Nedîm Zehawî dibêje: Hemû cîhanê deyndarê Serok Barzanî ye.
Nedîm Zehawî li ser hejmara xwe “Twitter” nivîsiye, “Hemû cîhan gelekî deyndarê Serok Barzanî ye. Ew serokê ku serkirdayetiya Pêşmergeyên qehreman di şerê DAIŞê de kiriye.” Zehawî dibêje jî: Spas Barzanî
Helwesta wî parlemanterê Kurd yê di parlemantoya Brîtanyayê di demekê de ye, Serok Barzanî di nameyekê de ku ji parlemantoya Kurdistanê şandibû, ragihandibû, ew naxwaze dema serokatiyê ji wî re bê dirêjkirin û daxwaz ji parlemantoyê kir, desthilatên wî li dezgehên giştî yên Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin.