Tirkiye dixwaze xalên serbazî nêzîkî Efrînê zêde bike

Berri ev pengavên Tirkiye vegerand, rêkeftina di navbeyna Tirkiye û Rusya de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Artêşa Azad, ku ji alî Tirkiye ve tê hevkarîkirin Ahmed Berri ragihand ku, Tirkiye dixwaze xalên serbazî nêzîkî Efrînê zêde bike. Niha 2 xalên serbazî yên Tirkan li derdora Efrînê hene û dixwaze 9ên din ava bike. Ligor Berri, Tirkiye dê ewleyiya van deveran pêkbîne û dilopek xwîn jî nayê rijandin.

Herweha Berri got: Tirkiye dixwaze were bakurê Hema devera La Tamani û tevayiya bakurê Hema bixe bin kontrola xwe de.

Berri ev pengavên Tirkiye vegerand rêkeftina di navbeyna Tirkiye û Rusya de.