Netewên yekgirtî terorkirina kamîremanê Kurdistan TV şermezar dike
Netewên yekgirtî daxwaza kir bikujên Erkan Şerîf bêne dadgehkirin û sizadan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şanderê taybet yê Netewên Yekgirtî ji bo Iraqê di daxuyaniyekê de, terorkirina rojnamevanê Kerkûkê û tundiyê li wî bajarî şermezar dike.
Ji bilî wê yekê jî, Netewên yekgirtî, tundiya li nav Kerkûkê û girtina ser malên rojnamevan û parlemanterên Kurdistanê jî şermezar kir.
Di daxuyaniya şanderê Netewên yekgirtî, helwesta Hikûmet û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bilind hatiye nirxandin, ku piştî tundiyên çêbûne, bi lez hatin ser xetê û rê li ber firehbûna tundiyê girtin û hişyarî ji encamdana her karekî tevliheviyê dan û daxwaz ji dezgehên pêwendîdar kirin daku rê li ber her tevliheviyekê bigrin û baregeh û avahiyên partiyan biparêzin.
Herweha şanderê Netewên yekgirtî, daxwaz ji desthelatên Iraqê kir ku, bêdaçûnê û lêkolînê li ser kuştina kamîremanê Kurdistan TV Erkan Şerîf bike, ku di mala xwe de ji aliyê çend kesên nenaskirî ve bi kêran hatiye kuştin û daxwaza jî kir bikujên Erkan bêne dadgehkirin û sizadan.
Erkan Şerîf temen 54 salî bû, bavê 3 zarokan e û ji sala 2004an ve li kenala Kurdistan TV kar dikir.