Pîre: Ewên hikûmeta rizgariya niştmanî dixwazin tiştekî nû li cem wan tune

Pîre: Pêwîstiya hikûmeta rizgariya niştimanî bi dengê 76 parlemanteran heye û bê Partî ew rêje bidest nakeve

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê polîtbîroya YNK Seidî Ehmed Pîre, ji Kurdistan24ê re ragihand, ew kesên daxwaza pêkanîna hikûmeta rizgariya niştimanî dikin, çi tiştekî nû li cem wan tune û berî niha ew jî di nav hikûmetê de bûn.

Seidî Pîre got: Daxwaza pêkanîna hikûmeta rizgariya niştimanî, pêwîstî bi dengê 76 parlemanteran heye û heger hemû alî xwe bidin ser hev, bêyî Partî nikarin wê rêjeyê bidest bixin.