Ebadî: Diyalog li gel Herêma Kurdistanê wê li gorî mercên Bexdayê be
Ebadî: Tiştek tune bi navê îdara hevbeş ji bo firîngeh û deriyên sînorî, lê divê hemû di bin serperiştiya hikûmeta fîdralî de bin
K24 - Navenda Nûçeyan
Di kongirê rojnamevanî yê heftane de, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand: "Ew bi ti awayî rê nadin xwîna ti kesî bê rijandin, û daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir, xwe ji her pevçûnekê li gel Herêma Kurdistanê dûr bikin."
Ebadê tekez kir, ku ew rijdin li ser bicîkirina destûrê li tevahiya Iraqê û got: "Tiştek tune bi navê îdara hevbeş ji bo firîngeh û deriyên sînorî, lê divê hemû di bin serperiştiya hikûmeta fîdralî de bin."
Derbarê destpêkirina gotobêjan li gel Hewlêrê, navhatî got: "Pêwîste ew gotûbêj li gorî mercên Bexdayê bin."