Barzanî: Şehîdkirina Erkan Şerîf hizra şovênî dide xuyakirin

Barzanî: Hizra şovênî ya ku Erkan Şerîf bi awayekî gellekî hovane şehîd kir, zelal dike ku bi ti awayî baweriya wê bi azadî û jiyana xelkê nayê

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi boneya şehîdkirina rojnamevan "Erkan Şerîf", Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand: "Şehîdkirina rojnamevan Erkan Şerîf nimûneyeke gellekî zelal e li ser wê hizra şovênî, ku bi zora çekan û bi neheqî xwe li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê sepandiye û bi ti awayî baweriya wê bi azadî û jiyana xelkê nayê."

Têksta peyamê

Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan

Şeva 29 li ser 30ê Cotmeha 2017an, rojnamevan û wênegirê Kurdistan TV, Erkan Şerîf li bajarokê Daqûq ku di bin kontrola çekdarên Heşda Şeibî de ye, bi awayekî gellekî hovane li mala xwe ji aliyê komek çekdarên rûnixumandî ve hat şehîdkirin.

Şehîdkirina rojnamevan Erkan Şerîf, nimûneyeke gellekî zelal e li ser wê hizra şovênî, ku bi zora çekan û bi neheqî xwe li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê sepandiye û bi ti awayî baweriya wê bi azadî û jiyana xelkê nayê, berpirsatiya şehîdkirina Erkan Şerîf û azardana xelkê wan navçeyan dikeve ser mile wan hêzan ku bi awayekî neyasayî û nedestûrî xwe li ser navçeyê ferz kirine.

Bi vê boneya xemgîn, ez sersaxiyê ji malbat û merivên şehîd Erkan Şerîf û hemû rojnamevanên Kurdistanê û stafê Kurdistan TV re dixwazim.

Silav li canê şehîd Erkan Şerîf û hemû şehîdên Kurdistan.

Mesûd Barzanî

1ê Mijdara 2017an