Firokeyên Tirkiyê bingehên PKK li devera Sîdekan topbaran kirin

Du firokeyên cengê yên Tirkiyê bi giranî bingehên PKKê li geliyê Muxarê û çiyayê Xwakurkê li devera Sîdekan topbaran kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê li devera Sîdekan got: Du firokeyên cengê yên Tirkiyê bi giranî bingehên PKKê li geliyê Muxarê û çiyayê Xwakurkê li devera Sîdekan topbaran kirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê got jî: Heya niha ziyanên canî û madî yên wê bombebaranê nehatine zanîn û PKK jî ti daxuyanî nedaye.