Li Tirkiyê 112 nivîser û rojnamevan hatin girtin
Operasyonên girtinê di yek demê de li bajarên Stenbol, Enqera, Izmîr, Manîsa û 12 bajarên din birêve diçin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serdozgerya komarî ya Anadolu li Stenbolê biryar da li 16 bajarên Tirkiyê operasyonên desteserkirina daxwazkiriyan destpê bike û piştî derçûna wê biryarê tîmên asayiş û polîsan dest bi operasyonên girtinê kirin. Operasyonên girtinê di yek demê de li bajarên Stenbol, Enqera, Izmîr, Manîsa û 12 bajarên din birêve diçe.
Hat ragihand jî, hejmarek daxwazkirî hatin girtin û ji bo kesên din jî operasyon berdewam e.