Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr pirs û pêşhatên vê dawiyê gotûbêj dikin

Wê di civînê de behsa pêkanîna şandeke Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan li gel hikûmeta Iraqê bê kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bo gotûbêjkirina rewşa Herêma Kurdistanê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî emîrê Komela Islamî ya Kurdistanê Elî Bapîr civînekê lidar dixin.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê: "Di civînê de wê behsa du teweran bê kirin, yek rewşa piştî 16 Cotmehê li Herêma Kurdistan û navçeyîn Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê çêbûye, herweha wê behsa yekxistina nav mala Kurdî jî bikin."

Her li gorî zanyariyên nûçegihanê me: "Wê di civînê de behsa tewereke din jî bê kirin, ew jî pêkanîna şandeke Herêma Kurdistanê ye ji bo gotûbêjan li gel hikûmeta Iraqê bi mebesta çareserkirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de."