PAK û PDK-Bakur: Ji bo serkeftina Kurdistanê yekîtî ferz e

Partiyên Kurdistanî ên li Stenbolê rewşa dawîn ya siyasî ya Kurdistanê, daxwaza Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê dirêjnekirina mêweya serokatiyê de, rexneyên wî yên derbarê Amerîkayê de û herwiha piştî referandûmê mebesta wan êrîşên li dijî Kurdistanê nirxandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Kurdistanî ên li Stenbolê rewşa dawîn ya siyasî ya Kurdistanê, daxwaza Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê dirêjnekirina mêweya serokatiyê de, rexneyên wî yên derbarê Amerîkayê de û herwiha piştî referandûmê mebesta wan êrîşên li dijî Kurdistanê nirxandin.

Li gorî Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun welatên wek Îran, Irak û Tirkiye referandûmê ji xwe re dikin hincet, lê diyar e wan demeke dirêje ku amadekariyên xwe kiribûn ji bo biserneketina Kurdistanê. Loma jî, ger referandûm pêk nehata jî, wê ev êrîşên li dijî Kurdistanê pêk bihata. Ergun da zanîn di heman demê de çepereke sê qolî hatiye danîn li dora Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û tê xwestin ku siyaseta wî bê pûçkirin, lê Serok Barzanî ji bo dahatûya Kurdistanê biryar daye û ew ê jî her gav li pişta dîtin, biryar û kiryarên wî bin. Ji ber ku ew ji roja roj de têkoşerê doza Kurdistanê ye.

Kasim Ergun - Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê diyarkir:

"Niha çeperek bi taybet li ser pûçkirina siyaseta Serok Barzanî bixwe heye. Em jî dibêjin ev yek ne li şexsê wî ye ev dijminahî û ev çeper. Ji ber ku ew temsîla mafê dewletbûna Kurdistanê ye, dijminê wî zêde bûne hem di hûndirû de hem jî li derve. Em dibêjin Kurdistan wê rojên baştir bibîne. Lazim e em piştgiriya tevgera Barzanî û piştgiriya biryarên Serok Rêzdar Mesûd Barzanî bigirin."

Serokê Şaxa Stenbolê ya PDK-Bakûr Nevzat Yeşilbagdan jî diyar kir Serok Barzanî bi polîtîkayeke reel hemû planên Îran û dijminên din ên Kurdan vala derxistiye û bi biryar û gavên xwe pêşî li ber birakûjiyê û bûyerên din ên mezintir girtiye.

Nevzat Yeşilbagdan - Serokê Şaxa Stenbolê ya PDK-Bakûr da xûyakirin:

 "Viya da nîşan Serok Barzanî got, ez îro serokbûnê naxwazim îro ez ê herim sengerê şer, ez ê şer bikim doza me nû dest pê dike. Bi vê daxuyaniê re rehê me vebû û teze bû. Serok Barzanî tû car gavên şaş navêje û neavêtiye. Ji ber ku ew zane bê rewşa Rojhilata Navîn çiye û çawane. Ji ber wê ev helwest danî û got; mesele siyaset nîn e mesele ji bo Kurdan e."

Nûnerên PAK û PDK-Bakûr diyar kirin, ji bo serkeftina Kurdistanê yekîtî ferz e loma jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi biryara xwe kiriye ku proseseke nû bê destpêkirin ji bo berjewendî û dahatûya Kurdistanê. Ji vir û pê de jî wê Kurd bi dijmin û dostên xwe baştir bizanibin.