Jêderekî siyasî: Hefteya bê guftûgo di navbera Hewlê û Bexdayê de dest pê dike

Jêderekî siyasî li Bexdayê ragihand, hefteya bê guftûgo di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest pê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî siyasî li Bexdayê ragihand, hefteya bê guftûgo di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest pê dike.

Rojnameya Heyat a Londonî di roportekê de ragihand, niha çav li hilbijartinên bên yên Iraqê ne Heyder Ebadî 15.5.2018an wek dema hilbijartinan ragihandiye û gotiye, rê nadin serkirdeyên Heşda Şeibî beşdarî hilbijartinan bibin.

Rojnamê nivîsiye, tevî ku li Herêma Kurdistanê desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê di roja 1.11.2107an de ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine veguhastin, Tirkiyê hevdîtina pêşniyazkirî ya Nêçîrvan Barzanî red nekiriye. Tevî ku Heyder Ebadî hilweşandina encamên referandûmê wek merc daneye, lê li gor jêderekî siyasî ya agahdar, hefteya bê guftûgo di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dest pê dike.

Ji aliyekî din ve, çawaniya danûstandin ligel Heşda Şeibî ketiye rojevê, ji ber ku yasa rê nade her aliyekî siyasî ku baskê wê yê çekdarî hebe beşdarî hilbijartinan bibe.

Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Hadî Amirî, Ebû Mehdî Muhendis û Qeys Xezalî di wê pirsgirêkê de zêdetir diyar in, heger bixwazin beşdarî hilbijartinan bibin, divê wek serkirdeyên leşkerî dest ji kar vekişin.

Ew jêder dibêje jî, Ebadî hewl dide bi cibicîkirina yasayê, rola siyasî ya hejmarek ji alî û serkirdeyan lawaz bike û di hefteya bê de tundî yan hêsaniya pirsa girêdana wan partiyan bi grûpên çekdarî re ve, dê sirûşta milmilanê diyar bike.