Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Her car bersiva Bexdayê nerênî bûye
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva hikûmeta Iraqê dide û radigihîne, ti rêkeftinek di navbera me de nahatiye îmzekirin, ta Herêma Kurdistanê jê bi paş ve vekişe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva hikûmeta Iraqê dide û radigihîne, ti rêkeftinek di navbera me de nahatiye îmzekirin, ta Herêma Kurdistanê jê bi paş ve vekişe. Amaje bi wê dike, Herêma Kurdistanê çend caran amadebûna xwe ji bo danûstandinan ligel hûkûmeta Iraqê li ser binemaya destûrê nîşanda, lê her besiva Bexdayê nerênî bû.
Di daxuyaniya hikûmeya Herêma Kurdistanê de hat, “Roja Çarşemê birêz Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand, Hewlêr ji rêkeftina di navbera artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge de bi paş ve vekişiya ye.
Li vir radigihînin, ti rêkeftinek di navbera me de nehat îmzekirin, tenê reşnivîseke rêkeftinê di navbera şanda leşkerî ya hikûmeta Iraqê hate pêşkêşkirin. Di roja pişt re jî di civîna di navbera her du şandên hikûmet û Herêma Kurdistanê de jî, şanda leşkerî reşnivîsek cuda ji ya roja yekem pêşkêş kiribû şandibû û bersiva me jî ji her du reşnivîsan re hebû.
Me çend caran amadehiya xwe ji bo danûstandinan ligel hikûmeta federalî li ser binemaya destûrê nîşan dabû, lê her carê bersiva Bexdayê nerênî bû.
Arastekirina rewş niha ji bo şer, dibe ku bibe sedema karesateke mezin ji Iraqiyan bi hemû pêkhateyên wê re.
Ji rewangeha baweriya me bi mafên me her wek di destûra Iraqê de hatiye, em ligel aştiyê ne û ji bo gihêştina rêkeftineke giştî jî, dawaza guftûgoyeke avaker û zelal dikin, bi mebesta dirustkirina pêşerojeke parastî ji neviyên gelê Iraqê re. Daxwaz ji lêvegerên mezin, tevahiya partiyên Iraqî û rêxistinên sivîl û hemû hêzên ku baweriya wan bi destûr, ewlehî û aştiyê hene dikin, li dijî hemû hewlên ku dibin sedema derketina fitneyê di navbera her du gelê Kurd û Ereb de rawestin û rêgiriyê jî li wê bigirin, bi tundûtûjî şer pirsgirêk çareser nabin.