K24 çend wêneyên wêrankirina Xurmatûyê ji aliyê Heşda Şeibî ve belav dike
Çekdarên Heşda Şeibî bi talankirin, şewitandin û wêrankirina malên welatiyên Kurd li Xurmatûyê berdewam in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên Heşda Şeibî bi talankirin, şewitandin û wêrankirina malên welatiyên Kurd li Xurmatûyê berdewam in. Li gor çend wêneyên nû yên îro ketine destê K24ê, milîsan piraniya mal, dukan û avahiyên Kurdan li bajêr talan kirine û şewitandine ta niha berdewam in bi wêraniyê.
Bajarokê Xurmatûyê çend sal in ku cihekî ne aram e û berdewam ji aliyê çekdarên Şîe û Heşda Tirkmenî ve şer û alozî tê de derkevin. Di dema borî de jî xelkê bajêr û xwebexşan karîn berevaniyê li rûmet û mana xwe bikin, lê piştî roja 16ê Cotmehê û ji ber rêkeftina jêrbijêr a hejmarek ji serkirdeyên aliyekî Kurdî ligel Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bi serperiştiya supaya Pasdaran, Kurdên Xurmatûyê rastî şepêleke berfereh ya koçkirin û şewitandina mal û milkên xwe hatin û ta niha hejmarek ji welatiyên Kurd li ser destê wan milîşyayên çekdar hatine kuştin.
Li gor zanyariyan, fermandarekî supaya Pasdarên Îranê bi navê Îqbal Por li navçeya Amirlî ye û serperiştiya wan karan dike û rola wî ya mezin di wêrankirina Xurmatûyê de hebûye û bi wê riyê dixwaze wan navçeyan ji Kurdan vala bike.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)