Amadekariyên aliyên Kurdî ji Kongreya Sûtçiyê re

Li ser daxwaza Rûsiyayê biryar e di 18'ê vê mehê de kongirê danûstandina niştîmanî ya girêdayî awayê çareseriya kirîza Sûriyê, li bajarê Sûtçî yê Rûsyayê li dar bikeve.

 

K24 – Qamişlo

Li ser daxwaza Rûsiyayê biryar e di 18'ê vê mehê de kongirê danûstandina niştîmanî ya girêdayî awayê çareseriya kirîza Sûriyê, li bajarê Sûtçî yê Rûsyayê li dar bikeve. Di dema hin hêzên siyasî amedekariyên beşdarbûnê di kongir de dikin, hin alî ti watê ji kongirê navbûrî re nabînin û dibînin armanca wê têkbirina kongirê Cenêvê ye.

Endamê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKS'ê Fêsel Yûsif ji K24ê re got: “Çi kongreyên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de berî danûstandinên Cenêvê çê bibin, pêwîst û baş e. Lê ewa Rûsî ya ku Cenêvê hilînin û tenê û kongreya Sûtçiyê bihêlin, pir zehmet e. Amerîka û dostên Sûriyê jî aliyên sereke ne û qebûl nakin ne ku çareserî di riya Cenêvê re be. Her çareseriya ku bi aliyê Cenêvê û çareseriya siyasî ve bibe, tiştekî baş e.”

Ji aliyê xwe ve, Serkirde di TEV DEM'ê de Telal Mihemed jî got: “Ji destpêkê ve û ji damezrandina Rêveberiya Xweser ve em hêzek in û ti pirsgirêk li cem tune ne ku beşdariyê di çi kongre û civînê de bikin li ser bingeha projeya me be. Em xwedî projeyekê ne û niha jî ferehtir bûye û bûye projeya federaliya demokratîk ji bo bakurê Sûriyê û ji bo ferderlîbûna Sûriyê bi giştî jî. Heger em beşdar bin, dê guftûgoyên me li ser wê bingehê bin.”

Kongirê gelên Sûriyê ji bargeha Himêmîmê ya leşkerî bo bajarê Sûtçî yê Rûsî hate veguhestin. Di dema rayedarên Rûsiyayê hêviyên mezin li ser encamên kongirê navbûrî ava dikin, hin serkirdên Îtilafa opozisyonê dibînin armanca kongirê Sûtçî têkbirina encamên Cenêvê ye û dê beşdarî wê nebin û danpêdanê jî bi encamên wê nekin.