Şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê di civînê de ne

Şandên leşkerî ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê li bajarê Mûsilê di civînê de ne. Civîn jî bi çavdêriya Amerîka bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandên leşkerî ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê li bajarê Mûsilê di civînê de ne. Civîn jî bi çavdêriya Amerîka bi rê ve diçe.

Li gor zanyariyan, biryar e di civînê de çend pêşniyazên nû bêne guftûgokirin.

Ta niha Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser belavbûna artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li hev nekirine.

Duh, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyeke hikûmeta Iraqê da û red kir ku ti rêkeftinek hatibe îmzekirin.